02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
KERKÛK
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm diyar kir ku biryara meclisa welat a ku li dem û dezgehên qamûyê yên li bajar dê bi tenê "alaya Iraqê" bê bilindkirin, ne yasayî ye û ewê vê biryarê nesepînin.
Kerîm di daxuyaniya xwe ya ku da hin dem û dezgehên çapemeniya bajar da wiha got, "Biryara ku li Parlementoya Iraqê hat wergirtin, ne yasayî ye. Biryar bi lez û bezê hat wergirtin. Wekî hikûmeta herêmî ya Kerkûkê berpirsiyariya me ya bicihanîna vê biryarê tune."
Kerîm diyar kir ku bilindkirina alayê nayê wê wateyê ku bajar dê bi ser Herêma Kurdistanê va bê girêdan û wiha got, "Bilindkirin an jî berjêrkirina alayê nikare dahatûya siyasî ya Kerkûkê tayîn bike."
Meclisa Iraqê biryara li dem û dezgehên qamûyê yên li bajar dê bi tenê "alaya Iraqê" bê bilindkirin, pesend kiribû.
Meclisa Bajêr a Kerkûkê bi beşdariya 26 endamên kurd do civiyabû û biryar hatibû dayîn ligel alaya Iraqê alaya HKIyê jî bê daliqandin. Endamên ereb û tirkmen civîn boykot kiribûn û tevlî dengdayînê nebibûn.
- Statuya Kerkûkê
Amerîkayê wexta ku di 2003an da Iraqê dagir kir, hêzên kurdan jî Kerkûk bi fîîlî dest xist û piştî hingê gelek kurdan koçî bajêr kiribû.
Li gor benda 140emîn a Makezagona Iraqê ku di 2005an da hat nivîsandin, statuya Kerkûkê wiha hat plankirin; Kesên ku di dewra Sedam Huseyîn da bi darê zorê koç kirin, wê cardin vegerin, pişt ra li Kerkûkê nifûsê were jimartin û ji bo statuya wê referandumekê were kirin û rewşa dawîn were kifşkirin. Lêbelê ji ber hin sedem û lihevnekirinan ev bend hê nehatiye sepandin.
Bexda dibêje ku Kerkûk ji aliyê îdarî va girêdayî rêvebiriya navendî ye, kurd û bi taybetî jî YNK dixwaze ku Kerkûk tevlî Herêma Kurdistana Iraqê bibe. Tirkmen jî li dijî vê dertên û dixwazin ku Kerkûk bibe xwedî statuyeke taybet. Piraniya nifûsa bajêr ji tirkmen, kurd û ereban pêk tê.