Hemn Baban
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
HEWLÊR
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm der barê bûyerên li nahiyeya Mendeliyê rûdan got: "Tiştê li Mendeliyê rûda li Kerkûkê dubare nabe, lewra Kerkûk parastî ye. Tirseke wisa tuneye.
Necmeddîn Kerîm di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku peyamnêrê AAyê jî amade bû der barê boykota Tirkmenan de got:
"Xelkê Tirkmen xwişk û birayên me ne. Em bi hev re dijîn û pêşeroja me jî bi hev re ye. Partiyek ji kesan pêk hatiye lê milletê Tirkmen cuda ye."
Li ser rûdanên nahiyeya Mendeliyê jî wiha axivî:
"Tiştê li Mendeliyê rûda li Kerkûkê dubare nabe, lewra Kerkûk parastî ye. Tirseke wisa tuneye.
Li ser bûyerên muhtemel ên li Kerkûkê jî wiha nirxandin kir:
"Dibe ku tiştên wisa bibin. Divê em çavnêrî bikin ku bûyerên wisa rûbidin. Lewra em gaveke mezin diavêjin. Herwiha kesên têkder û nehez hene. Lê eger milletê me hev bigire tiştên wisa bi ser nakevin. Ji bo rêgiriya vê yekê hemû tevdîr hatine wergirtin."
Herwiha diyar kir ku 3 sal û nîv in budçe ji hikûmeta Iraqê bo Kerkûkê nehatiye.