ANKARA
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji ber daxuyaniyên der heqê bûyerên 1915yan de bertek nîşanî DYA, Almanya, Rûsya û Fransayê da. Ev dewletên hanê der heqê bûyerên 1915yan de daxuyanî dabûn.
Wezaretê daxuyanî da û destnîşan kir ku daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xemgîn not kirin.
Daxuyanî wiha dewam kir: "Daxuyaniya ku Serokê DYAyê Barack Obama di 23ê Nîsanê de da, ji armanca fehmkirin û nirxandin êş û keserên hevpar ên dîroka tirk û ermeniyan pir dûr e û me ev yek bi awayekî xemgîn qeyd kir. Di şerê yekemîn ê dinyayê de meseleyên ku qewimîn ji bilî ermeniyan li ser xelkê tirk jî pir hesas bûn lê daxuyanî ji ber ku bi yek aliyî li meseleyê dinihêre û ji rastiyê dûr e bi pirsgirêk e. Em vê nêrîna edaletê ya tagirî û yekalî red dikin."
"Xelkê tirk wê van îfadeyên Serokomarê Almanyayê Gauck ji bîr neke"
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniya Serokomarê Almanyaya Federal Joachîm Gauck ya der heqê bûyerên 1915yan û îdiayên der heqê ermeniyan de bi bîr xist û wiha bersivand: "Xelkê tirk wê van îfadeyên Serokomarê Almanyayê Gauck ji bîr neke û wê efû jî neke."
Ji Fransayê re şermezarî
Wezaretê ji ber ku Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande beşdarî merasimên li Erîvana paytextê Ermenistanê bû jî daxuyanî da û got: "Tirkiye, tevgera Fransayê ya neheq û bialî red û şermezar dike."
Ji Rûsyayê re bertek
Der heqê daxuyaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ku ji bo bûyerên 1915yan gotibû "qirkirin" e jî wezaretê daxuyanî da û ragihand ku gotina Putîn red û şermezar dikin û li cem wan tu qedrê wê gotinê tuneye.