Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan tevgera Vladimir Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê ya der barê îdiayên ermeniyan ên der heqê bûyerên 1915an de wiha nirxand: "Li Sûriyeyê bi hezaran mirov hatin qetlkirin. Xwezî Pûtîn der barê vê de daxuyaniyek bidaya. Xwezî bikara Esed şermezar bikira, ev êş parve bikirana. Kesên ku li hember van bêdeng dimînin, dengê xwe dernaxînin ji ser bûyerên di rabirdûyê de daxuyaniyên cuda didin. Ev yek nayên qebûlkirin."
Akdogan di vekirina buroya têkiliyê ya hilbijartinê ya AK Partiyê ya li Bûlwara GMKyê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Rojnamevanekî pirsa "Hûn daxuyaniyên Pûtîn û Obama yên der barê bûyerên 1915an de çawa dinirxînin?" pirsî. Akdogan li ser vê pirsê got ku "Em daxuyanî, gotinên bi vî awayî û biryarên bi vî awayê yên ku tên girtin bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin. Ev bi taybetî dema ji welatên dost tên me bêtir xemgîn dikin."
Akdogan destnîşan kir ku bi van welatan re têkiliyên wan ên piralî hene û bal kişand ku divê van têkiliyên du alî nekin qurbanê bûyerên bi vî awayî. Akdogan diyar kir ku ev daxuyaniyên navborî tu feydê nadin têkiliyan û wiha axivî: "Ji ber vê yekê ez bi taybetî dixwazim bibêjim ku em li ber van gotinan xemgîn bûn û em van gotinan qebûl nakin û wan şermezar dikin."
-"Ji bo hemû neviyên osmaniyan deriyê dilê me vekirîne"
Akdogan daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên der barê bûyerên di rabirdûyê de bi bîr xist û wiha axivî:
"Ev êşeke hevpar e. Êşên ku di dema osmaniyan de qewimîn, êşa hevpar a me hemûyan e. Berî her tiştê divê ev yek rast bê binavkirin. Ermenî birastî jî parçeyeke birûmet a osmaniyan bûn, endamê osmaniyan bûn û îro jî gelek welatiyên ermenî yên birûmet ên Komara Tirkiyeyê hene. Wê heyamê di pêşketina Osmaniyan de gelekî piştgiriya ermeniyan çêbû, îro jî bi heman awayî hewl didin ku piştgirî bidin pêşketina Komara Tirkiyeyê. Daxuyanî û şîroveyên bi vî awayî ne piştgirî didin têkiliyên du alî yên Ermenistan û Tirkiyeyê ne jî ji aliyê di bingeha dostaniyê de avakirina dahatûyeke hevpar, têkiliyên cînartiyê ve tu fêyda wan ji dahatûya ermeniyên ku li ser vê axê dijîn re heye. Deriyê dilê me ji hemî neviyên osmaniyan re vekiriye."