05 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
ÎDLIB
Sivîlên Îdliba bajarê Sûriyeyê ji bo ku li herêmê ewlehiya can were peydakirin û ji bo ku pêşî li ber koçê were girtin, ew bi Tirkiyeyê ewle ne û xwestin ku Tirkiye gavên hewcedar bavêje û Îdlibê têxe herêma tampon.
Li Îdlibê gel ji ber îhtimala ku rejima Esed û piştgirên rejimê wê li herêmê operasyonê bikin, bi fikar e.
Gelê herêmê bawer dike ku Tirkiye wê aştî, hizûr û ewlehiyê bibe bajêr û ji bo van jî li benda gavên ku hewce dikin, sekinîne.
Emmar Siteyfê Îdlibî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku heke rejim dest bi bombebarana herêmê bike, kesên ku xwe sipartine Îdlibê wê koçî Tirkiyeyê bikin.
Siteyf wiha dewam kir, "Di vê pêvajoya krîtîk da her kesî êrîşên esmanî yên ku Rûsyayê li Cîsîr eş Şuxûrê kirin, dît. Em dixwazin ku hakimiyeta herêmê têkeve destê Tirkiyeyê. Em dixwazin ku Tirkiye li vê herêmê bibe xwediyê rayeya eskerî û herêma tampon çêke."
Xalid Meriyê ku ji Şamê ber êrîşên rejim û piştgirên wê reviye û xwe sipartiye Îdlibê jî got ku heke li ser bajêr operasyon were kirin, felaketeke însanî wê çêbe.
Merî wiha got, "Heke li ser Îdlibê operasyon çêbibe, seba berterefkirina krîza însanî em dixwazin Tirkiyeya welatê cînar tevdîrên hewce dike hilde."
Ridwan Humsiyê ji Humsê ber êrîşên rejimê reviye û xwe sipartiye Îdlibê jî got, "Em bi Tirkiyeyê bawer in. Ew hêviya me ne. Ji destpêka şoreşê vir va helwesteke serfiraz a Tirkiyeyê heye."
Ehmed Zerzûrê Îdlibî jî wiha got, "Rejim heke qismekî Îdlibê ji mixalifan bistîne paşê bi tifaqa YPG/PKKyê ra dikare êrîşê Efrîn û Cerablusê bike. Rejim dibe ku wan herêman dewrî PKKyê bike. Ev jî ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê tehdîd dike."