19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
QAHIRE
Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Talat Fehmî ragihand ku ewê hilbijartina serokomariyê ya ku biryar e sala bê li Misirê bê kirin, nas nekin.
Fehmî di daxuyaniya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Îxwanê li Misrê tu hilbijartinê nas neke û herwiha bal kişand ku hilbijartinên biryar e ku bên kirin, çi dûr çi nêzîk tu eleqeyeke xwe bi Îxwanê ra nîne.
Fehmî wiha dewam kir:
"Mihemed Mûrsî rayeyên xwe dewrî kesî nekiriye û hê jî serokomarê meşrû yê vî welatî ye. Îxwanê jî di vê rewşê da tu hilbijartinê nas neke. Li Misrê heke ne bi banga serokomarê rewa Mûrsî ya ji bo ku gel bê ser sandoqê be, li gorî me ji hêla destûra bingehîn va çi serokomarî, çi parlemento û çi jî herêmî tu hilbijartin derbasdar nîne."