Elif Orhan
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
MOGADİŞU
Hat ragihandin ku jimara kesên ku di êrîşa bibombe ya ku duh li Mogadîşuya paytextê Somaliyê hat kirin de mirin derket 231an.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin bidestxistin jimara kesên ku di êrîşên bibombe yên duh de mirin derket 231an jimara birîndaran jî derket 275an.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de derketin duh li paytext Mogadîşuyê 2 êrîşên bibombe hatin kirin. Hat gotin ku êrîşa ewil nêzî Otêla Safariyê ya duyemîn jî li herêma Medîneya Munewwera ya bajêr hat kirin û hat îdiakirin ku der barê bûyerê de kesek hatiye binçavkirin.
Hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.
Çavkaniyên nexweşxaneyê berê eşkere kiribû ku jimara miriyan derketiye 189an jimara birîndaran derketiye 200î.
Serokomarê Somaliyê Mihemed Ebdûllah Fermacû jî ji bo bîranîna kesên ku di êrîşê de mirin li welêt 3 roj şîn îlan kiribû.