Cemaetên ermenî û suryanî yên ku li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn, ji reformên ji bo komên baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê çêdibin, memnûn in.
Li ser telebên komên baweriyê wan cuda ên di qada bawerî û jiyana civakî de, di çarçoveya Pêvajoya Çareserî û demokratîkbûnê de, ji bo pêşvebirin û berfirehtirkirina maf û azadiyan hin gav hatin avêtin.
Piştî Besteka Ewlehiyê ya ku di 30yê îlona 2013an de hat eşkerekirin, ereziyê Weqfa Mor Gabrîelê yê 244 donim bû radestî cemaeta suryanî hat kirin, restorekirina îbadetxaneyên ku komên baweriyê wan cuda bi kar tînin jî bi lez û bez dewam dike.
Ji bo parastina mensûbên komên baweriyê wan cuda, Giştînameya Serokwezîriyê hat weşandin. Di giştînameyê de hat bibîrxistin ku mensûbên komên baweriyê wan cuda perçek ji gelê Tirkiyeyê ne. Divê di birêvebirina kar û barên kamuyê de mafê wan bê parastin û li hemberî wan li gor qanûnaN bê tevgerîn, kar û barê wan bi rêk û pêk bê birêvebibin û mafên wan neyên binpêkirin.
Di "Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê" ya ku Parlementoya Ewropayê di sala 2014an de weşand de cih dan îfadeyên wek "bi taybetî pesnê hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo Pêvajoya Çareseriyê dan", "Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ber li cudakariyê bigre hewl dide." Komên ji baweriyê cuda diyar dikin ku ew ji bo aramiya ku bi pêvajoya çareseriyê re çêbû dewam bike û di qada demokratîkbûnê de gavên ku tên avêtin, dewam bikin piştgiriyê didin.
- Heyberên çandî yên weqfê bigihînin nifşên nû
Li gor agahiyên ku ji midûriya herêmê ya weqfan hatin hildan, hemû heyberên çandî yên weqfan ên ku mulkiyeta wan di destê Midûriya Giştî ya Weqfan de ye hatin restorekirin. Ji sala 2002yan vir ve hemû heyberên çandî yên weqfa Batman, Çewlik, Diyarbekir û Mêrdînê hatin restorekirin.
Restorekirina Dêre Katolîk a Ermeniyan û Dêra Protestan a Ermeniyan ku mulkiyeta wan di destê Midûriya Giştî ya Weqfan de ye temam bû. Herwiha ji bo manastira Deyrul Zafaran û Mor Gabrîel (Deyrulûmûr) digel Dêra Meyrem Anayê ku mulkiyeta wan di destê weqfên cemaetê de ye jî projeyên restorasyonê hatin amadekirin û piştgirî dan van projeyan.
Ji bo hebûn û heyberên çandî yên weqfan bigihînin nifşên nû bi rêkûpêk xebat tên kirin. Di çarçoveya projeyan de hemû dêr, mizgeft, xan, medrese, kervansarayê tên nirxandin.
- Lêvegerandina ereziyan
Di sala 2008an de li gor Qanûna Weqfan a bi jimareya 5737an, li rêziknameyê 11 made hatin zêdekirin. Di çarçoveya rêziknameyê de, li ser biryara Meclisa Weqfan ereziyê 12 weqfan ê ku ji 244 donimî pêk tê yê Manastira Mor Gabrîelê, ereziyê Dêra Keldanî îadeyî Midûriya Giştî ya Weqfan hat kirin.
Li Mêrdînê li gor beyanata 1936an, di çarçoveya rêziknameyê de, hemû ereziyên weqfan ên ku diyarkirin hatin îadekirin.
Piştgiriyê didin projeyên rastorekirinê yên dêrên ku mulkiyeta wan di destê weqfên cemaetan de ye.
Hemû avahiyên ku divê bên restorekirin wekî heyberên çandî yên weqfê hatin qebûlkirin û xebatên restorekirinê dewam dikin.
- "Piştevaniya dewletê ya ji bo restorekirina heyberên çandî girîng e"
Metropolîtê Mêrdîn-Diyarbekirê Salîba Ozmen ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku pêvajoya çareseriyê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn pêvajoyeke zehf girîng e.
Ozmen got ku divê hemû alî li pêvajoyê xwedî derbikevin û wiha dewam kir:
"Di salên dawî de me şerê li Iraq û Sûriyeyê dewam dike dît, em lê hay bûn ku pêvajoya çareseriyê ji bo aştiyê çiqasî girîng e. Tirkiye yek ji welatên girîng yê li herêmê ye û wekî welatê sitargeh ê Rojhilata Navîn û dinyayê tê dîtin. Em ê wekî Metropolîtî her tim ji bo pêvajo dewam bike piştgiriyê bidin û diayên xwe tu caran kêm nekin. Em her roj ji bo vê dia dikin."
Ozmen got ku li zozana Tûrabdînê ya ku wekî welatê Suryaniyan tê qebûlkirin, gelek berhemên dîrokî hene û destnîşan kir ku ew bi derfetên xwe nikarin wan ber û berhemên dîrokî restore bikin.
Ozmen got: "Ji bo restorekirina heyberên çandî divê dewlet piştgiriyê bide û piştgirîdayîna dewletê ya di vê qadê de girîng e."
- "Dewlet hemû ber û berheman wek dewlemendiya çandî dibîne û dinirxîne"
Ozmen bal kişand ser xebatên restorasyonê yên li Mêrdînê tên birêvebirin û wiha dewam kir: "Li Mêrdînê hin cih hatin restorekirin. Ereziyên Manastira Mor Gabrîel îade kirin. Dewlet hemû ber û berheman wekî dewlemendiya çandî dinirxîne, ev girîng e. Doza Mor Gabrîelê dozeke sembolîk bû. Pêvajo dewam dike. Li herêmê herî zêde pêdiviya me bi mirovên oldar ên ku hatine perwerdekirin heye. Îro mirovê me yên dîn ji Sûriye û Iraqê tên. Di salên dawîn de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hin gav hatin avêtin. Li Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdîn Artûkluyê kursiyê Suryanîkî hat avakirin. Divê berdewamiya van geşedanan hebe. Înşallah dê baştir bibe."
Ozmen destnîşan kir ku nêzî 400 hezar suryanî li welatên cuda yên ewropayê dimînin û ji sedî 90ê wan ji Tirkiyeyê koç kirin wan welatan û wiha dewam kir: "Bi pêvajoya çareseriyê re hin kes vegeriyan lê belê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê vegera wan jî sekinî."
Ozmen got ku ew dixwazin pêvajo dewam bike û wiha xeberda: "Hêviya me ew e ku şerê li Rojhilata Navîn dewam dike nepeşike ser Tirkiyeyê. Em dia dikin da ku hemû alî berê xwe bidin aştiyê. Em bi diayên xwe wezîfeya ku dikeve ser milên me bi cih tînin."
Serpapazê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz got ku ew pêvajoya çareseriyê êrênî dibînin û dinirxînin. Akyuz destnîşan kir ku bi saya pêvajoyê turîzm, bazirganî, aboriya herêmê geş bû. Akyuz got ku qadeke biewle û aştî ji hemû tiştên din girîngtir e; heke ku aştî nebe mirov nikare tiştekî bi dest bixe.
Akyuz got ku bi pêvajoya çareseriyê re ji bo Suryaniyan jî hin gav hatin avêtin û wiha qise kir: "Geşedanên baş çêbûn. Em ji bo van kêfxweş in lê belê ev têrê nakin. Em di vê mijarê de her tim pesnê dewlet û hikûmetê didin. Qismek ji suryaniyên ku salên borî ji herêmê koç kiribûn vegeriyan. Heke aştî hebe dê hejmara suryaniyên ku vedigerin zêdetir bibe."
Akyuz got ku ew di hemû ayinan de ji bo aştiyeke mayinde û qadeke aram dia dikin û wiha dewam kir:
"Em her şev ji bo aştiyê dia dikin. Daxwaza me ya sereke aştî ye. Divê rê li ber pêvajoyê neyê girtin. Em hêvî dikin ku însanên me ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî pêvajoyê bi kar neynin. Em ji kesên ji bo aştiyê hewl didin re dia dikin. Ev 30 sal in ku li herêma me şer heye. 'Xwezî bi wan kesên ku ji bo aştiyê hewl didin' di Încîlê de jî ev îfade heye. Ev fidakeriyeke mezin e. Em spasiya wan kesên fidakar dikin."
Keşe Ender Pekerê ku di Dêra Protestan a Suryanî ya Mêrdînê de dixebite destnîşan kir ku di nav welatên Rojhilata Navîn de rewşa herî baş a Tirkiyeyê ye.
Peker got: "Zagonên me li ser wekheviyê hatine avakirin. Zagona me ya bingehîn hemû baweriyan diparêze. Welatiyên Komara Tirkiyeyê kîjan baweriyê bixwazin dikarin qebûl bikin û dikarin baweriya xwe eşkere bike. Ji bo em li Tirkiyeyê dijîn kêfxweş in."
Peker destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nêzî 7 hezarî protestan hene û got ku ew bi daxuyaniyên hikûmetê yên wek dê alîkariyê bidin projeyên restorekirina dêran kêfxweş bûn.
- "Em ji bo xebatên hikûmetê kêfxweş in"
Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Weqfa Dêrên Suryanî Anto Nûay got ku ew pêvajoya çareseriyê erênî dibînin û hemû suryanî bi pêvajoyê ve bextewar bûn.
Nûay got ku ew dixwazin ku ev geşedan dewam bikin û wiha axivî: "Em ji xebatên hikûmetê memnûn in. Hemû Suryanî dixwazin ku di vê çaçroveyê de mafên wan bên îadekirin. Em li hêviyê ne ku hikûmeta AK Partiyê vê bi cih bîne."
Manastira Mor Aho ya li Gercuşa navçeya Batmanê bi destê Yekîtiya Acentêyên Yekîtiyê yên Geşt û Gerê yên Tirkiyeyê (TURSAB) tê restorekirin.
Edîp Daniyelê Rahibê Mansatira Ortodoks a Suryaniyan ya Moryakûp got ku suryanî herî zêde aştî û aramiyê dixwazin.
Danîel got: "Em hêvî dikin ku bi pêvajoya çareseriyê re li Tirkiyeyê aştî çêbe û hemû însan bi hev re û bi hestên biratiyê bijîn."
Danîel axaftina xwe wiha domand:
"Bi saya pêvajoya çareseriyê re Manastira Mor Aho hat restorekirin. Em bi azadî îbadetê xwe dikin. Dewlet tu qedexe daneniye ser manastirê. Hemû zor û zehmetî li paş me man. Tekane daxwaza me ew e ku em di nav ewlehiyê de îbadetê xwe bikin."
news_share_descriptionsubscription_contact


