Bi minasebeta 5emîn salvegera êrîşa ser keştiya Mavî Marmarayê li Urdunê merasima bibîranînê hat kirin. Kesên ku di êrîşê de mirin hatin bibîranîn.
Bernameya ku Yekîtiya Endazyaran li paytext Ammanê li dar xist, bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Di çarçoveya bernameyê de, dîmen û wêneyên keştiya Mavî Marmarayê bi beşdarvanan re hatin parvekirin.
Îsmaîl Elî Neşvanê ku di nav 33 kesên di keştiyê de bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Neşvan got ku meseleya Mavî Marmarayê ji bo pirsgirêka Filistînê xwedî cihekî taybet e û wiha axivî: "Bi êrîşa ser Mavî Marmarayê re meseleya Filistînê mezin bû û êdî di qada navneteweyî de nabe ku ev pirsgirêk bê piştguhkirin."
Neşvan got ku ev mesele ji bo hemû welatan girîng e û wiha xeberda: "Ev mesele bi taybetî ji bo Tirkiyeyê girîng e; lewra gelê Tirkiyeyê ji bo alîkariyê bigihîne Xezeyê canê xwe fida kir."
Neşvan bal kişand ser peywendiyên di navbera Tirkiye û Filistînê de û wiha got: "Dewleta Osmanî ji mêj ve girîngî daye Mescida Eqsayê. Siltan Evdilhemîd ji bo parastina Filistîn û Mescida Eqsayê weqf damezrandine."