26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
OTTAWA
Kanadayê deriyê xwe ji bo êzdiyan vekir ku di bin talûkeyeke mezin da ne.
Pêşnûmaya ji bo anîna êzdiyên Iraqê ku parlementerên Partiya Mihafazakaran dan meclisê li Parlementoya Federal a Kanadayê hat qebûlkirin.
Stephane Dîonê Wezîrê Karên Derva berê rewşa ku êzdî di nav da ne wek "komkujî" bi nav kiribû û peyra pêşnûma bi raya hemû partiyên di parlementoyê da hat qebûlkirin.
John McCallumê Wezîrê Penaber û Welatiyan piştî qebûlkirina pêşnûmayê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ku Kanada her dem alîkariya kesên hejar dike û wiha got: "Ez gelekî kêfxweş im hêmû partî xwedî li êzdiyan derketin. Hikûmeta Kanadayê wê alîkariya êzdiyan bike ku di bin talûkeyê da ne. Bi vê biryarê em dixwazin di nav 120 rojan da êzdiyan bînin."
McCallum diyar kir ku ji bo êzdiyên bînin Kanadayê sînorek tuneye.
John McCallum diyar kir ku êzdî di bin talûkeya DEAŞa rêxistina terorê da heyata xwe dewam dikin û got ku hin êzdiyan jî xwe sipartiye Tirkiye û Yewnanistanê.
McCallum der barê destpêka dîroka anîna êzdiyan da agahî neda.