26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku 700 kurdên Şahbek ên ku di çarçoveya ji destê DEAŞa rêxistina terorê rizgarkirina Mûsilê de ji gundên Topzava, Gokcelîl û Bazvayana girêdayî Hemdaniyeya ku ji rêxistinê hat sitandin reviyan gihaştin Konbajêra Hazir a di bin kontrola pêşmergeyan de.
Ji fermandarên pêşmergeyan ên li eniya Hazir Kamûran Hawramî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 700 malbatên ku ji gundên Topzava, Gokcelîl û Bazvayana ku ji destê DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin reviyan li konbajêra li Hazirê hatin bicîkirin.
Hawramî got ku gelê sivîl ê ku reviya bi wesayîtên ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê tehsîs kirin ve dibin herêmên ewledar û diyar kir ku dê hemû hewcedariyên penaberên ku li kampê tên bicîkirin bên pêkanîn.
Penaberên ku li konbajêra Hazir hatin bicîkirin qal kirin ji ber ku ji DEAŞê xilas bûn kêfxweş in û gotin ku dixwazin ku di demek kurt de vegerin malên xwe.