Haydar Karaalp
23 Tebax 2022•Rojanekirin: 24 Tebax 2022
BEXDA (AA) - Hat ragihandin li Iraqê ji ber ku komeke piştgirên Tevgera Sedr li pêş avahiya Konseya Daraza Bilind a li Bexdayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, kar û barên darazê hatin sekinandin.
Li gor INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê Konseya Daraza Bilind hemû kar û barên dadgehên girdayî wê ne û miameleyên edlî yên Dadgeha Federalê da sekinandin.
Piştgirên Muqteda Sedrê lîderê Tevgera Sedrê Konseya Konseya Daraza Bilind protesto kirin û li pêş avahiya kon vegirtin, rûniştin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Sedr diyar dike ku rêveberiya darazê siyasîbûye û ji ber vê jî divê bên guhertin.
Serokê Konseya Daraza Bilind Fayiq Zeydan duh di daxuyaniya weşandibû da got ku ew li hemberî hemû partiyên siyasî bi wekheviyê tevdigerin lê Sedr jî dibêje ku ev yek rast nîne.