Türkan Tosun
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Wezîrê Aboriyê yê Vatîkanê yê Berê û Kardînalê Avustralyayê George Pelleyê ku dest dirêjî du kurikên di koroya dêrê da bûn kiribû 6 sal cezayê hepsê hilda.
George Pelle (77) dema di navbera salên 1996-2001an da li Melbourneya bajarê Avustralyayê serkeşîş bû dest dirêjî du kurikên 13 salî kiribû û ji ber vê hatibû sûcdarkirin.
Doza Pelle li Mehkemeya Herêmê ya Melbournê çêbû û di televizyonan da jî zindî hat weşandin.
Dadgêr Peter Kîdd jê ra got wî wezîfeya xwe ji bo tiştên nebaş bi kar aniye û 6 sal cezayê hepsê da Pelle. Bi vî awayî di alema Katolîkan da Pelle bû kesê herî payebilind ku cezayê hepsê hilda.
Pell di Hezîrana 2019an da wê bikaribe serî li temyîzê bide, 3 sal û 8 meh şûn da jî wê bikaribe ji bo berdana bikefalet serî li dadgehê bide.
Mexdûrên vê destdirêjiyê bi kelogirî li ser telefonên xwe yên bêrîkê doz şopandin û ji ber ku Pell cezayê hepsê hilda kêfxweş bûn.
- "Peyam gihîşte dinyayê"
Ji mexdûran Rob House ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand zarokên li Avustralyayê wê ji vir pê va di ewlehiyê da bin û wiha dewam kir: "Li gor min ev pir baş e. Di kîjan meqamê da dibe bila bibe tu kes wê nikaribe ji cezayê xilas bibe, ev peyam gihîşte dinyayê. Heke hûn li hemberî zarokan sûcekî bikin, hûnê teqez bên girtin û bên cezakirin. Ji ber vê ez pir bikelecan im."
Mexdûrekî din Brian Cheryê ku her tim tê û van mehkemeyan temaşe dike jî got edalet pêk hatiye û wiha axivî: "(Pell) tu çend salî dibî bibe, tu mecburî cezayê xwe bikşînî. Heke tu dest dirêjî zarokan bikî tu yê bikevî hepsê, girîngiya temenê te tune."