İbrahim Atmaca
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bertek nîşanî gotinên ku Serokwezîrê Îsraîlê ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, da û wiha got, "Derew û zext wê sûcên we nenixume."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û bertek nîşanî gotinên ku Netanyahu ji bo Erdogan gotin, da.
Berdevkê Serokomariyê Kalin wiha got:
"Netanyahu piştî ku der heqê Ereb û Misilmanan da daxuyaniyên nijadperest da û xwe îfşa kir, loma êrîşî Serokomar Erdogan dike. Dewleta apartheidê ya ku ew bi rê va dibe, axa Filistînê îşxal dike, jin û zarokan dikuje, Filistîniyan li ser axa wan mehkûm dike. Derew û zext wê sûcên we nenixume."