Önder Beyter
31 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
MADRID
Hikûmeta rêveberiya xweser Katalonyayê ku dixwaze ji Îspanyayê veqete, peyama wê yekê da ku di sala 2019an da hewldanên seba serxwebûnê dê bidomin.
Serokê Hikûmeta Rêveberiya Xweser Katalonyayê Quim Torra di peyama xwe ya sala nû da, ku di têlevîzyona Katalan da hat weşandin, ji bo alîgirên serxwebûnê banga "di sala 2019an da dest bidin destê hev û li dijî bêedaletiyê serî rakin" kir.
Torra hêviya wê yekê kir ku sala 2019an bibe wesîleya "hilweşandina dîwarên zexta dewleta Îspanyol û herwiha serîrakirina li hemberî bêedaletiyê."
Quim Torrayê ku ji bo Katalonyaya ku dev ji daxwaza serxwebûnê bernade, daxwaza "çareseriyeke aştîyane û demokratîk" dike, ji Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez xwest ku ji bo vê yekê diyalogeke jidil, bi curet û ne derew bide destpêkirin. Torra herwiha ji bo çareseriya pirsgirêka Katalonyayê, daxwaza xwe ya navçîtiya navneteweyî jî dubare kir.
- Pêvajoya li Katalonyayê
Li Katalonyayê piştî referanduma nemeşrû ku di 1ê Cotmeha 2017an da hatibû kirin û herwiha li dû deklarasyona serxwebûnê ya yekalî ku di 27ê Cotmeha 2017an da ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hatibû qebûlkirin, serokê berê yê hikûmeta rêveberiya xweser Katalonyayê Carles Puigdemont û 6 siyasetmedarên berê yên Katalan ji Îspanyayê revîbûn.
Ji siyasetmedarên Katalan ên berşik ên ku ji Îspanyayê neçûn û darizandina wan jî hê dest pê nekiriye, 9 jê girtî ne û 8 jê jî bi kefaletê hatibûn berdan. Ji xeynî vê jî der heqê 4 kesên ku 3 jê polêsên Katalonyayê û yek jê jî siyasetmedarekî berê ye da pêvajoya lêpirsînê berdewam e.