ANKARA (AA)- Wekîlê Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beriya hevdîtina bi heyeta HDPê ya ku îro wê bike bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê ye.
Akdogan der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên girinîg da û pirsên nûçegîhan û edîtorên AAyê bersivand.
Akdogan ji bo pêvajoya çareseriyê wiha got: "Bingeha pêvajoya çareseriyê diyalog e. Heke pirsgirêkek hebe û em ê vê pirsgirêkê bi rê û rêbazên demokrasiyê, di nav pergala demokratîk de çareser bikin -jixwe em ê bi rê û rêbazê demokratîk çareser bikin- hevdîtin, diyalog û temas di pêvajoya me de ji rêyên herî girîng e."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ji bo hevdîtina heyeta HDPyê de jî wiha axivî: "Di vê rewşê de car din hevdîtina me ya bi HDPyê û despêkirina diyalogê girîng e. Berê hat eşkerekirin ku dê pêvajoya bêçalakîtiyê çêbibe. Divê ev pêvajoya bêçalaktiyê bikeve rewacê û çek neyên bikaranîn. Bingeha vê pêvajoyê ji xwe ew e. Bêçalakîtî bi tenê li ser qereqolan negirtin nîne, hemû bûyerên tundî û ewlehiyê divê di bin navê "çalakiyên terorê" de bên nirxandin. Ji ber vê rêgirtin, xerac stendin, wesayîtên kar şewitandin divê hemû ev çalakî li gundan û navendên bajaran neyên kirin. Divê dev ji van bên berdan û bi bêçalakîtiyeke rastîn çêbibe."
Akdogan bi bîr xist ku ew ê îro bi lijneya HDPyê re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: "Îro ji bo pêvajoya çareseriyê rojeke erênî ye. Em ê bi lijneya HDPyê re hevdîtin bikin, ya rast ev li gor min zehf girîng e. Lewra çareserkirina vê pirsgirêka esrî û kronîk hêsan nîne. Ev pirsgirêk ji serê sibê heta êvarê di demeke kurt de nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirinê sebir, biryardarî, semîmiyet hewce dike. Divê hemû di vê serdema nû de, ji bûyerên pêk hatin ders hildin, ev girîng e. Di vê serdemê de semîmiyet û duristî pir girîng e. Ji bo berdewamiya pêvajoyê divê em bi qerar bin, karibin rîsk bigrin, nehêlin geşedanên konjonkturel ber li pêvajoyê bigrin û nehêlin ku pêvajo bibe qurbana geşedanên siyasî. Civak piştgiriyê dide pêvajoyê. Di çarçoveya vê piştgiriyê de divê hemû kes zêdetir bi berpirsiyarî û eqlî selîmî tevbigerin.
Der heqê daxwazên ku bila welatekî din jî midaxîlê pêvajoya çareseriyê bibe de jî Akdogan wiha got: "Ev pêvajo xwemalî ye (navneteweyî nîne). Tirkiyeyê bi îradeya xwe ev pêvajo da destpêkirin. Em tevlêbûna welat û rêxistinên din şaş dibînin. Tirkiye bi derfet û qabiliyeta xwe vê pêvajoyê didomîne."
Akdogan got ku Tirkiye êdî nikare vegere salên 90î û wiha pê de çû: "(Pêvajoya Çareseriyê) Em mecbûr in ku pergal û ewlehiya kamuyê biparêzin, nehilên ku li welatiyên me yên li herêmê zilm bê kirin û mafên hemû welatiyên xwe biparêzin herwiha pêvajoyê bidomînin. Mijara herî xesas a ku em niha derdixin pêş ev e. Divê hemû kes ji vê rast fêm bikin. Ev nayê wateya ku Tirkiye dîsa vegere salên 90î. Tirkiye êdî nikare vegere salên 90î, ev pêkan nîne."
Wekîl û Alîkarê Serokwezîr Akdogan ragihand ku divê PKK dev ji tundiyê û çalakiyên tundiyê berde û wiha axivî: "Rêxistin (PKK) wisa difikire ku heke zordariyê û tundiyê neke nikare hebûna xwe bidomîne, gel wê demê piştgiriyê nede wan. Ji ber vê jî dev ji van bernade. Bûyerên Kobanêyê bûn hinceta vê. Di asta ku em gihîştinê de îradeyeke ku divê bê dîtin heye. Yanî tu dixwazî vî karî bikî, an naxwazî? Hûnê dev ji vê zordarî, tundî û hişmendiya bêmerhemetiyê berdin an bernedin? Bingeh ev e. Ev tişt neyên kirin û pişt re bê gotin ku "Em aştiyê dixwazin" ev gotineke vala ye. Bingeh ev e, divê dev ji van bûyeran bê berdan."
Akdogan li ser polîtîkayên Tirkiyeyên yên der barê Sûriyeyê de jî sekinî û destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê digotin 'heke Esed here wê çi bibe?' lê rewşeke xirabtir çêbû lewra şûna wî DÎŞI hat.
Akdogan wiha axivî: "Têzên Tirkiyeyê wek tiştên romantîk hatine fêmkirin. Wek ku Tirkiye bi tenê berjewendiyên xwe yên neteweyî difikire hat fêmkirin. Lê di vê rewşê de hat dîtin ku polîtîkayên Tirkiyeyê rast in. Rejimeke zilmê li gelê xwe dike, çekên kîmyewî bi kar tîne heye. Mirov nikare bibêje 'Bila ev li vir bisekine, lê em li Sûriyeyê meseleyê çareser bikin.' Ji ber vê divê bêtir zelal, jîr û bibîryar tevbigerin."