Elif Orhan
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
MEKKE
Kîsweya ku li Mekkeya bajarê pîroz tê çêkirin û temamkirina wê di navbera 8 û 10 mehan de diguhere ji bo ku bigihêje Ke'beya Şerîf li benda roja erefê ye.
Kîsweya ku li fabrîqeya cilika Ke'beyê bi keda nêzî 150 karkerî bi merhaleyên cuda bi hewrîşima saf hat çêkirin teslîmê rayedaran kirin.
Faysal Harbiyê Berpirsyarê Têkiliyên bi Gel re yê Fabrîqeyê der heqê merhaleya çêkirina Kîsweyê de agahî da nûçegihanê AAyê. Harbî got ku Kîswe ji hin merhaleyan derbas dibe û van jî wekî "li fabrîqeyê boyaxkirina tayan, bêdesn û bidesen çêkirina qumaş, bi destan neqşkirina ayet û motîfan, li cihên bêdesen bicîkiririna ayet û motîfan" rêz kir.

Harbî diyar kir ku bi deriyê Ke'beyê re Kîswe ji 5 parçeyan pêk tê û da zanîn ku digel cila reş a Ke'beyê ya ku ji derve xuya dike astara wê jî heye û ev jî ji hewrîşima zerîn tê çêkirin.
Suleyman El-Henibiyê ku 32 sal in li fabrîqeyê dixebite qala merhaleya boyaxkirin û çêkirinê kir û diyar kir ku ta di serî de wekî hewrîşima spî tên û ev tên şûştin û bi rengê reş têne boyaxkirin.
Henibî da zanîn ku tayên boyaxkirin pişt re li bobînan tên werkirin û ji bo ku bibin qumaş sewqî merhaleya hûnandinê dikin û got ku ta vê derê tên hûnandin û beşa quşakê sade beşên din bi desen tên hûnandin.
Henibî got piştî ku miamele û kontrol tên temamkirin Kîsweyê ji bo destxetan dişînin beşa neqişan.

- Neqişbi tayên zîvîn ên bi zêr hatiye qapkirin tê çêkirin
Ji karkerên beşa ku lê quşak û neqşên din tên çêkirin Salih Burey Raddadî jî qal kir ku ev 34 sal in ku li vê beşê dixebite.
Raddadî got ku li Quşak, Rukn Yemanî, Deriyê Ke'beyê, Hacerul Eswed û hin belên din desrxetiyan û ayetan dineqişînin û tenê li beşa quşakê 16 parçeyên bidestçêkirî hene.

Raddadî der heqê çêkirina ayet û neqşên li ser Kîsweyê axivî û got "Bi makîneyê li ser beşên divê ku li serê destxetî û ayet bên neqişandin desen tên xêzkirin. Em li gor desen û nivîsên ku tên xêzkirin li qisma jêrîn bi hewrîşîma zer, li serê jî bi tayên zîvîn ên bi ava zêran hatiye çêkirin nivîsan dinivîsin."
Kîsweya ku roja erefeyê ytê guhertin û ji Ke'beyê tê daxistin û teslîmê rayedaran dikin zehfî li muzeyan tên rapeşkirin û wek parçe li cihên cuda yên dinyayê re tên şandin.