27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
MÛSIL
Hat ragihandin di operasyona rizgarkirina Telafera navçeya Mûsilê da hemû taxên li ser navendê ji destê DEAŞa rexistina terorê hatin rizgar kirin.
Korgeneral Evdilemîr Yarullahê Fermandarê Operasyonên Telaferê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Yekîneyên bizirx ên girêdayî artêşê û yekîneyên Haşda Şebî yên ku jimara wan 2,9 û 11ne taxên Leşkerî, Pîşesazî û Maarîdê û Deriyê Telaferê ji destê DEAŞê xilas kirin. Bi vî awayî di hemû taxên navenda navçeyê de kontrol pêk hat."
Yarullah got bi tenê taxa Îyadiyyeyê di destê DEAŞê de maye û artêşa Iraqê hewl dide ku vê derê jî ji destê rêxistinê rizgar bike.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê di 20ê tebaxê da ragihandibû ku operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Telaferê dest pê kiriye.