Elif Orhan
25 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li Sûriyeyê mehekî biryara "agirbesta mirovî" da.
Pêşnûmaya biryarê ya ku ji aliyê Swêd û Quweyta serokê heyama meha sibatê ya KENYê ve hat amadekirin li Konseyê ji bo dengdayînê hat pêşkêşkirin.
Pêşnûma li Konseya Ewlehiyê ya NYyê bi yekdengî hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ji bo ku arîkariyên mirovahiyê bigihînin Sûriyeyê û bi taybetî li Xûtaya Rojhilat a ku bin dagirkeriya rejimê de ye nexweşên giran û birîndar bên tehliyekirin herî kêm mehekî agirbesta mirovî çêbe.
Di biryarê de ji hemû aliyan hat xwestin ku li tevahiya Sûriyeyê ji bo ku arîkariyên mirovî bi awayekî "ewledar, bêasteng û berdewam" bên gihandin û "nexweşên giran û birîndar" bên texliyekirin hemû alî "demildest" herî kêm 30 rojî pevçûnan bidin rawestandin.
Di biryarê de her wiha hat xwestin ku Xûtaya Rojhilatê jî di nav de bila eblûqeya Yarmûk, Fûa û Kefrayayê jî bê rakirin.