Haydar Şahin
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 05 Hezîran 2020
Hat ragihandin ku keştiyeke bar a Îranê li ava Iraqê binav bû, 4 miretebat hatin xilaskirin û ji bo yên din xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Li gor xeberên di medyaya herêmî da hatin weşandin, keştiya Îranê ya bi navê "Behbehan" li devê Kanala Xor Ebdillah ya li Kendava Besrayê ya başûrê Iraqê ji ber sedemeke hê nayê zanîn binav bû.
Kazim Fîncanê Alîkarê Waliyê Besrayê û Wezîrê Gihandinê yê berê diyar kir ku 4 miretebat hatin xilaskirin û ji bo 5 kesên din jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.