06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
AŞDOT
Keştiya Zaytounayê ya ku di Fîloya Azadiyê de ye û armanca wê ew bû ku dorpeçkirina Îsraîlê ya li ser Xezeyê ji holê rake ji hêla artêşa Îsraîlê ve hat sekinandin û artêşê ew bir Bendergeha Aşdotê.
Keştî bi keştiyeke artêşa Îsraîlê ve çû bendergehê. Der barê aktîvîstên ku di keştiyê de hê agahî tune. Piştî ku îfadeya wan bê hildan, tê texmînkirin ku ew ê wan bibin Balafirgeha Ben Gurîonê ya li Tel Avîvê û wan derxin dervayî sînor.
Berdevkê Çapemeniya Fîloya Azadiyê û Çalakvana Mafên Mirovan Ellen Huttu Hansson gotibû ku artêşa Îsrailê duh êvarê keştiya Zaytounayê daye sekinandin û di behrên navneteweyî de mudaxaleya keştiyê kiribû.
Keştiya Zaytounayê ya ku tê de bi tenê jin hene di 14ê îlonê de ji Îspanyayê rê ketibû. Ji Tirkiye, Kanada, Meksîka, Îspanya, Norwêc, DYA, Awustralya û hin welatên din gelek saziyên sivîl ên civakî piştgiriyê didin Koalîsyona Fîloya Azadiyê. Ji ber ku berê leşkerên Îsraîlê mudaxaleyî keştiyan kirin, vê carê armanc ew bu ku bi hêza jinan ve keştî bigihêje Xezeyê.