22 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
ANKARA
Kizilaya Tirkiyeyê sewqiyata amûrên alîkariya mirovahiyê ya ji bo tirkmenên Bayirbûcakê ku di demên dawîn de rastî êrîşan tên zêdetir kir û xurek, kon, cil û bergên zivistanê, ava vexwarinê, amûrên ji bo jin û zarokan hewce dikin ji ser sînor re şand herêmê.
Li gor daxuyaniya ku ji hêla Kizilaya Tirkiyeyê ve hat dayîn hat ragihandin ku bi hezaran tirkmenên ji Bayirbûcakê ji ber şer û êrîşan xwe spartine herêmên nêzî sînorê Yayladaga navçeya Hatayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber bûyerên dawîn ên li herêmê diqewimin amûrên alîkariyê yên wek xurek, kon, cil û bergên zivistanê, ava vexwarinê, amûrên ji bo jin û zarokan hewce dikin ji herêmê re tên şandin.