Heyva Sor a Tirk ji tirkmenên Bayirbucak û Îdlibê re 7 tir alîkariya mirovahî şand.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, di tirên alîkariyê de hezar û 100 kolî kumanya, 43 hezar melzemeyên tibbî û 42 hezar qutî derman hene. Alîkarî ji sînorê navçeya Yayladagiyê re ji herêma tirkmenên Bayirbucakê re hat şandin.
Ji navçeya Reyhanliyê li ser sînorê Bukulmezê re jî hezar û 200 qutî derman, 402 perçe ekîbmanê tibbî û 48 hezar şûşe av ji bajaroka Atmeyê û gund û bajarokên Îdlibê re hat şandin.
Hat daxuyaandin, 7 tir alîkariya ku Heyva Sor a Tirk şand, li herêmê li malbatên ku di çadiran de dijîn hat belavkirin.