Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
DEYRİZOR/ANKARA
Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê de li bajarê Dêrazorê li mizgeftekê xist. Di êrîşê de 7 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewledar ên li Dêrazorê hatin bidestxistin, balafirên koalîsyonê duh evarê li Mizgefta Zewiyê ya li navçeya Hecînê xistin. Di êrîşê de 7 sivîl hatin kuştin.
Balafirên koalîsyona dijî DEAŞê 18yê cotmehê de li Mizgefta Emmar bîn Yasîr ya li Suseya navçeya Dêrazorê xistibûn. Di êrîşê da jê 2 zarok bi tevahî 30 sivîl hatibûn kuştin.
Balafirên koalîsyonê dîsa 19yê cotmethê di dema nimêja înê de li Mizgefta Osman bîn Affan a li Suseya navçeya Dêrazorê xistibûn. Di vê êrîşê da jî 16 sivîl hatibûn kuştin.
Li Dêrazorê di êrîşên koalîsyonê yên dijî mizgeftan di hefteyekê da heta niha 53 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyan hatin hildan, hêzên koalîsyona 21ê cotmehê li Hecînê jî li qurseke Qur'anê xistin û li wê derê jî 6 sivîl kuştin.
Koalîsyon îdia dike ku di êrîşên dijî mizgeftan de hedefa wan DEAŞ bû.
Berdevkê Pentagonê Albay Rob Manning jî 22yê cotmehê gotibû wan di êrîşan de li mizgeftekê jî xistine, lê der barê mirî û birîndaran de tu agahî nedabûn.