Muhammet Kurşun
03 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
MÛSIL
Şerê di navbera hêzên iraqî û rêxistina terorî DEAŞê de berdewam e û ji aliyekî ve jî xelkê li aliyê rastê bajêr dijî ber bi deverên ewle direvin.
Artêşa Iraqê û hêzên din ên emnî pêşveçûna xwe li aliyê rastê yê bajêr berdewam dikin û do jî çend tax ji DEAŞê rizgar kirin.
Sivîlên ku di navbera şer de dimînin jî ber bi herêmên ewle, yên di bin kontrola Pêşmerge û hêzên Iraqê de koç dikin.
Artêşa Iraqê do gihîştibû Hepisxaneya Badoşê û rêya serekî ya Mûsil û Bexdayê û ya Mûsil û Telaferê kontrol kiribû.
Xelk jî li ser cadeya Mûsil û Bexdayê kom dibin û wan ji wê derê bi otobêsan dibin herêma Hemam Elîlê ku berî çendakî ji DEAŞê hatibû paqijkirin.