Türkan Tosun
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
STOCKHOLM
Li Swêdê koçbera Îranî Fozîeh Dînar (78) a ku nexweşa li erdê ye û nexweşiya demansê pê ra heye wê bê dersînorkirin.
Doxtor destûrê nadin ku ew balafirê sîwar bibe, lê hikûmeta Swêdê dibêje biryara dersînorkirinê heye û divê ew biçe.
Qîza Dînarê Baha Dînarê ji rojnameya Aftonbladetê ra daxuyand ku diya wê 4 sal berê bûye felc û nexweşiya demansê pê ra heye. Ji ber vê doxtoran rapor daye û gotine ew nikare rêwîtiya balafirê bike.
Dînarê got diya wê nikare here Îranê û wiha axivî: "Ji ber ku rapora doxtoran heye şirketên rêhewayê bilêtê nafroşin. Ji ber wê me bilêt nekirî. Me agahî da Ofîsa Koçberan. Ofîsa Koçberan jî got biryara dersînorkirinê hatiye dayîn û bila ew bi trenê va here. Diya min çawa bi trenê va here Îranê. Dema here Îranê jî kes tune. Tenê bavê minê 86 salî yê ku du caran emeliyat bûye li wir e. Diya min bûye mehkûmê sandalyeya biteker. Ofîsa Koçberan diya min rasterast dişîne mirinê."
Dînarê got wan bi belgeyan ve nîşan daye ku diya wê nikare here Îranê û li wir kesî ku wê binêre tune, ji ber vê ew bendê ne ku ev biryar bê betalkirin.