SÊRT
Malbatên koçber her demsal bi kilometreyan rê dimeşin da ku ji bo cih û warêkî ku karibin lê konên xwe vegirin û bijîn bibînin. Barê herî giran yê koçberan jî li ser pişta jinên koçber e.
Koçber her sal ji Wan, Mûş û Agiriyê berê xwe didine cih û warên hênik yên li derûdora çemê Dîcle û Çemê Botanê. Jin tevî zarokên xwe li ser pişta keran zêdetirî du mehan bi şev û rojan dimeşin.
Hin jinên ji bo perê nanê xwe qezenc bikin ewqas kedê didin zarokên xwe bi xwe re tînin, hin jî zarokên xwe li malê dihêlin. Tu ewlehiya jinên bi hesreta nanekî germ di konan de dijîn nîne. Jin di konan de di nav şert û mercên zor û zehmet û xetere de dijîn.
Koma jina pêşengiyê dike
Ji jinên koçber Gulay Aydinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew him demsala zivistanê him jî ya havînê, nêzikî du mehan tevî zarokên xwe li ser pişta keran diçin û mêrên wan jî pişt wan re tevî keriyê pêz tên.
Aydinê got ku ew pêşiyê de tên û heta ku mêr tên ew kon vedigrin, ji bo keriyê pez jî qadeke ewle amade dikin. Piştî ku keriyê pezê wan tê dest bi birîna miyan, dotina şîr û çêkirina penêr dikin.
Aydinê da zanîn ku ji bo ku sewalê kovî û gur neyên nav konên wan hin tewdîran digrin û wiha dewam kir: "Di demsala zivistanê de şûştina cil û bergan û firaqan jî pir zehmet e. Em bi van karan re mijûl in û nizanin ku roj çawa derbas dibe. Serê sibehê em alif didine heywanê xwe. Heke ku zarok bi me re bin barê li ser pişta me girantir dibe, karê me zehmettir dibe. Em ji mezinên xwe wiha hîn bûn û em wiha dijîn. Îsal zivistan gelekî dijwar bû. Dema ku berf barî me hêj tu amadehî nekiribûn. Ji ber sermayê gelek heywanên me ber avêtin û ji ber vê jî dê neyên dotin. Ev cara ewil e em ewqasî ketin nav tengasiyê."
Kezban Demira ku sê meh e li herêmê ji bo debara xwe şivantiyê dike jî got ku mêrê wê beşa turîzmê kuta kiriye, pişt re dîsa ketiye ezmûnê û mamostetiya wêjeyê qezenc kiriye, lê ji ber nebûna derfetan neçûye zanîngehê.
Diya sê zarokan Demirê da zanîn ku 20 bizinên wan hene û wiha got: "Zarokên min hêj piçûk in. Hewa sar e. Êvara mirov nikare di kon de bisekine, di konan de jiyîn pir zehmet e. Ez nikarim bi perwerdeya zarokên xwe re mijûl bibim. Îsal zivistan dijwar bû, loma tevî zarokên xwe ve em di bin kon de mam."
"Em neçar in"
Hatîce Aslanê got ku tim li konan jiyaye, qet neçûye mektebe û qet tirkî nizane.
Aslanê got ku ji bilî sewalkariyê tiştekî ku pê debara xwe karibin bikin di destê wan de nîne û wiha pê de çû:
"Karekî me yê din ku em bikin nîne. Zarokên min biçûk in. Em her sal pere didin xwediyê zozanan yên ku em heywanê xwe di zêwiyên wan de diçêrînin. Em carinan birçî dimînin. Piştî ku heywanê me tê em şîr didoşin û bi şîr û nan, zikê xwe têr dikin."