Türkan Tosun
19 Sibat 2020•Rojanekirin: 20 Sibat 2020
Li Iraqê partî û komên siyasî dîjî Mihemed Tevîf Elawiyê ku wezîfeya avakirina hikûmetê hildaye li ser xwe derdikevin û ev jî dibe sedem ku avakirina kabîneyê derengî bikeve.
Parlamenterê Tirkmen Mihemed Xalidiyê di nav ekîba xebatê ya Elawî da ye ji çapemeniyê ra daxuyandibû Elawî wê di 16ê sîbatê da kabîneyê eşkere bike. Lê, Elawî rojek berê li ser Twîtterê wiha daxuyandibû: "Hindik ma kabîneyeke nezîh biliyaqat a ji kesên serbixwe pêk tê û aliyên siyasî têkildar nabin ava bibe."
Avakirina kabîneyeke ku Elawî behsa wê dike ya partiyên siyasî wê têkildar nebin bizehmet xuya dike.
Nûnerên partiyên siyasî yên Şiî, Sunî û Kurd duh êvarê heta dereng li mala Serokê Meclisê Mihemed el-Halbusî li ser kabîneya ku Elawî dixwaze ava bike axivîn, lê tu lihevkirinek çênebû.
Li gor medyaya herêmî partiyên Kurd fikra Elawî ya ku dixwaze wezîrên serbixwe hilbijêre û bi wan va kabîneyê ava bike napejirînin. Ew dixwazin wezîr ji hêla partiyan va bên hilbijartin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da got li gor Qanûna Bingehîn a Iraqê Kurd federal in û di mijara wezîrên Kurd da biryar divê biryara Serokatiya Rêvebiriya Herêma Kurd a Iraqê be.
Komên Sunî jî wek Kurdan dixwazin bi xwe wezîran hilbijêrin.
Partiyên Şiî ji ber berteka gel zêde dengê xwe dernaxin ku wezîrên Şiî di kabîneyê da tunebin, lê dixwazin serokên gelek saziyên dewletê ji nav partiyan bên hilbijartin. Şiî dixwazin serokê Bankaya Navendî û Şirketa Bazirganiya Nefta Iraqê û hin saziyên din ên serbixwe ji wan bên wezîfedarkirin.
Hat ragihandin civîna partiyên siyasî ya duh wê îro bi Serokomar Berhem Salih ra dewam bike.
- Li Iraqê avakirina kabîneya nû
Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamûyê ji 1ê cotmeha 2019an vir va dijî hikûmetê xwepêşandan tên kirin.
Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulmehdî ji ber van xwepêşandanan di 29ê mijdarê da mecbur mabû ku îstifa bike.
Piştî îstifaya Ebdulmehdî Serokomar Berhem Salih 2 meh şûnda wezîfeya avakirina kabîneya nû dabû Mihemed Tevîf Elawî.