Mücahit Aydemir
23 Hezîran 2021•Rojanekirin: 24 Hezîran 2021
Konferansa Berlînê ya Duyem ku wê tê da li ser pêvajoya siyasî ya Lîbyayê û hilbijartina 24ê berfanbarê bisekinin, di hîmayeya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Almanyayê da bi beşdariya Tirkiye û aktorên navneteweyî dest pê kir.
Ji bo ku seba krîza Lîbyayê çareseriyeke siyasî were dîtin, pêşiyê di 19ê berfanbara 2020î da konferansya yekem hat lidarxistin. Ji Lîbyayê Serokwezîr Ebdulhemîd Dîbeybe, Rosemary DiCarloyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Siyasî yê Sekreterê Giştî yê NYyê, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û wezîrên karên derva yên welatên ku bi Lîbyayê ra eleqedar dibin, beşdarî civîna duyem dibin.