BERLÎN
Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban Abdullah Bîn Zayîd el-Nahyan û Balyozê Berlînê yê Tirkiyê Huseyîn Avnî Karslioglu jî nav de balyozên welatên misilmanan beşdarî fitarê bûn.
Westerwelle, berî fitarê bi Zayîd el-Nahyan re rû bi rû axivî. Li maseya fitarê helwesteke balkêş bû ku Westerwelle, xwest ku balyozê Tirkiyê li kêleka wî ya rastê rûnê.
Wezîrê Almanî, bal kişand ser girîngiya Remezanê û got ku guftûgoya bi misilmanan re ji bo Almanyayê mijareke sereke ye. Piştre jî got ku ev fitarî, rê li ber hevnasîna çandan vedike.
Westerwelle, bi qesta Misrê û hin welatên Ereban got ligel ku meheke pîroz e jî li hin welatan aştî tuneye, li van welatan gelek mirov têne kuştin û yek dibe sedema xemgîniyê.