Türkan Tosun
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya biryarê ya dijî Îsraîlê qebûl kir.
Li Cenevreya bajarê Swîsreyê di rûniştina 43yemîn a Konseyê da 13 pêşnûma hatin qebûlkirin.
Pakistanê li ser navê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê pêşnûmayeke plana Îsraîlê pêşkeş kir.
Ev pêşnûmaya ku dibêje "li Qudsa Rojhilat jî di nav da li ser axa Filistînê ya ku hatiye dagirkirin Îsraîl li dijî qanûnê ji Cihûyan ra avahiyan çêdike" û divê ev bê redkirin di Konseyê da hat axaftin.
Piştî axaftinan di konseya ku 47 endamên wê hene da 36 kesan got "na", 2 kesan got "erê" û 9 kes jî bêbiryar man.
Bi vî avayî ev pêşnûmaya dijî Îsraîlê hat qebûlkirin.
Li gor vê Komîsertiya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wê der barê plana Îsraîlê ya dijî qanûnê da raporekî amade bike û di rûniştina 46emîn da pêşkeş bike.
Pakistanê dîsa li ser navê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê pêşnûmayeke din a ku dibêje "Gelê Filistînê divê bixwe qedera xwe tayîn bike" pêşkeş kir. Ev jî bi 2 rayên bêbiryar, 2 rayên dijî vê û 43 rayên dibêjin erê va hat qebûlkirin.
Pêşnûmayeke din a Pakistanê pêşkeş kir ya "Qudsa Rojhilat jî di nav da li ser axa Filistînê ya ku hatiye dagirkirin rewşa mafên mirovan" jî bi 3 rayên bêbiryar, 2 rayên dijî vê û 42 rayên "erê" va hat qebûlkirin.
Herî dawîn pêşnûmaya Pakîstanê ya "Li Girên Golanê rewşa mafên mirovan" jî di Konseyê da hat axaftin, bi 4 rayên bêbiryar, 17 rayên dijî vê û 26 rayên "erê" va hat qebûlkirin.
- Pêşnûmaya Tirkiyeyê pêşkeş kir jî hat qebûlkirin
Pêşnûmaya "li Sûriyeyê rewşa mafên mirovan" a ji hêla Tirkiye, Qeter, Îngiltere, Almanya, Fransa, Îtalya, Urdun, Kuweyt, Fas û Hollandayê va hat pêşkeşkirin jî bi 18 rayên bêbiryar, 2 rayên"na" û 27 rayên "erê" va hat qebûlkirin.
Burkîna Fasoyê jî li ser navê welatên Afrîkayê der barê rewşa Libyayê û mafên mirovan ên ji 2016an vir va li vir tên binpêkirin da pêşnûmayek pêşkeş kir. Ev pêşnûma jî bêyî ku ray bên dayîn bi "konsensus"ê hat qebûlkirin.
Ji ber vîrusa koronayê runiştinên Konseyê hatibûn betalkirin. Ev runiştina 43emîn wê sibê dawî bibe.