Türkan Tosun
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ANKARA
Koreya Bakur Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahuyê ku dibêje ewê avê bide gelê Îranê û wan ji ziwabûnê xilas bike, rexne kir.
Wezîrê Karên Derva yê Koreya Bakur Rî Yong-ho ji bo pêşniyaza Netanyahu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsand: "Netanyahuyê Siyonîst pêşniyaza avê ji Îranê ra dike. Ew sûcdar/derewkar e, yanî ewê vê neke. Di vê navberê da Ji bo Xezeyê avê dayînê ji xwe ra nake derd. Şûna wê dikûje."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyandibû ewê malpereke înternetê ya bi Farisî ava bikin, teknolojiyên avê yên pêşvaçûyî li ser vê malperê biweşînin û gelê Îranê ji bêavbûnê xilas bikin.