25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir ku Hikumeta Federal a Almanyayê ew ê sala pêşiya me ji bo her penaberekî mehane 670 ewroyî bide hikûmetên eyaletan.
Merkelê li Avahiya Şansolyetiyê bi serokwezîrên eyaletan ra civîn kir û piştî civînê diyar kir ku hikûmeta federal di mijara alîkariya ji bo penaberan da bi hikûmetên eyaletan ra li hev kir ku di qanûnan da guherînan bikin.
Li gor vê li tevahiyê Almanyayê ji bo 800 hezar penaberî serê her yekî 670 ewro alîkarî ew ê ji serîlêxistinê hetanî encamê bê dayîn.
Hikûmeta Federal ew ê ji bo çêkirina sitargehan 500 milyon ewroyî û ji bo zarokên bêxweyî yê ji 18 salî piçûktir jî 350 milyon ewroyî bide hikûmetên eyaletan.
Li gor pakêta ku Merkelê eşkere kir hikûmeta federal barê li ser pişta hikûmetên eyaletan sivik dike.