25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
KOPENHAG
Ji bo penaberên Sûriyeyê ku ji 15ê îlonê vir va li semta Ostenberga Kopenhaga paytextê Danîmarkayê çalakiya rûniştinê dikin, bernameya Eyda Qurbanê hat çêkirin.
Di bernameya ku li ber şaxa polêsan a biyaniyan hat kirin da Dîtte Bloch Nobera ji koma alîkariyê ya bi navê Welcome to Denmark/Hûn Bi Xêr Hatin Danîmarkayê xitabî penaberan kir û wiha got: "Eyd bi malbatê ra tê pîrozkirin. Ev ji bo we jî wiha ye, lê ji ber ku Danîmarka nahêle malbatên we werin, hûn nikarin bi wan ra eydê pîroz bikin."
Parlementerê Enhedslistenê Pelle Dragsted jî diyar kir ku wek partî gelek caran li meclisê ji bo vê hewl didin.
Li gor zagonên Danîmarkayê penaber piştî salekê dikarin malbata xwe bînin cem xwe. Penaber jî ji bo vê çalakiya rûniştinê dikin.