Sevim Hatun
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
DOHA
Komîsyona Mafên Însanî ya Netewî ya Qeterê, helwesta welatên ku hin nav li listeya terorê zêdekirin ên di heman demê de Qeterê girtinê abloqeyê wekî tevgereke "yekalî" nirxand.
Serokê Komîteyê Elî bîn Samîh Marrî beşdarî "Konferansa Mafên Mirovan a Navneteweyî" a li paytext Dohayê hat kirin bû û piştî konferansê civînek çapemeniyê li darxist, di civînê de destnîşan kir ku Erebistana Siûdî, Misir, Bahreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî 9 nav û 9 sazî li listeya terorê ya ku berê eşkerekiribûn zêde kir.
Marrî got ku civaka navneteweyî vê listeyê qebûl nake û bal kişand ser navên li listeyê hatin zêdekirin got ev gaveke "yekalî" ye û wiha pê ve çû: "Welatên ku listeya terorê amade kir, li gor prosedura qanûnî nav li listeyê zêde nekirin."
Marrî wiha dewam kir:
"Tu sedemek welatên Qeterê kirine abloqeyê tune ye. Lewra heke ku sedemek li holê hebe, lazime ji bo listeya terorê mecbûrîn serî li mekanîzmayên navneteweyî bidin."
Erebistana Siûdî, Behreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Misir, Libya û Yemenê 5ê Hezîranê ragihandibûn ku peywendiyên xwe yên dîplomatîk digel Qeterê qut kirine.
Her 5 welatan saheya esmanî li ber Qeterê girtibûn û daxwaz kiribûn ku dîplomatên Qeterê di 48 seetan de sînorê wan terk bikin.