Önder Beyter
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Alîkarê Nûnerê Mayînde yê Tirkiyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Guven Begeç destnîşan kir ku nayê qebûlkirin, li Herema Şerîf statu bê guhertin û herwiha bangî Îsraîlê kir ku dest ji kiryarên xwe yên bi vî rengî bikişîne.
Begeç li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di civîna "Filistîn tevda geşedanên li Rojhiltana Navîn" da axivî û got ku kêşeya Îsraîl-Filistînê li ber aştiya mayînde ya herêmî û kurewî, asteng e.
Begeç bal kişand ku rûdanên vê axiriyê, ev yek car din da bibîrxistin û wiha pê da çû, "Pêşaniya me divê daşikandina tansiyonê û arambûna layenan be. Divê herwiha em di warê parastina pîrozwerî û statuya dîrokî ya Herema Şerîf ku ji bo alema îslamê pir girîng e da jî zelal bin. Hewldana guhertina statuya dîrokî, wê pêkvejiyana aştiyane bixe talûkeyê."
Begeç diyar kir ku Quds ji bo misilman, mesîhî û cihûyan girîng e û ji ber hindê divê mirov li gorî vê rastiyê tevbigere.
- Bangewaziya bo Îsraîlê
Guven Begeş di axaftina xwe da bangî Îsraîlê jî kir û wiha got, "Em ji Îsraîlê hêvî dikin ku guhê xwe bide bangewaziyên navneteweyî û astengiyên li ser ketina hundirê Herema Şerîf rake."
Begeç, biryara dawîn a Îsraîlê ya rakirina dedektorên metal wekî "gaveke rast" bi nav kir û bal kişand ku xala sereke ya normalbûnê, parastina statukoyê ye û ev yek jî babeta huriyeta dîn û îbadetê ye.