Kurdên Sûriyeyê yên ku ji ber pevçûnên di navbera DÎŞI û hin komên kurdan de bi qasî 5 meh berê reviyabûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê, piştî ku DÎŞI ji herêmê paşve kişiya wek kom vedigerin welatê xwe.
Nêzî hezarî kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene, bi hin eşyayên ku bi xwe re anîn hatin ber Deriyê Sînor û Murşîtpinara li navçeya Sirûcê.
Kurdên sûriyeyî ji cihê ewlehiyê derbas bûn û nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Kesên ku muameleyên wan ên li navenda qeydê ya ku Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ava kir, temam bûn derbasî Kobanêyê bûn.
Elî Hamzayê kobanêyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku vedigerin welatê xwe kêfxweş in.
Hamza got ji ber ku dê bigihêjin mala xwe bi kelecan in û wiha got "Li Tirkiyeyê her tişt xweş bû lê belê eqlê me li Kobanêyê bû. Em ji ber ku vedigerin welatê xwe bi kelecan in."
Emîne Ebdûllahê jî spasiya gelê tirk ê ku li wan xwedî derketin kir û got ku dixwazin car din tiştên bi vî awayî neqewimin.