Li gor agahiya ku hat bidestxistin, li Telelvera ku 15 kîlomêtre dûrî Kerkûkê ye ber bi êvarê di navbera Pêşmerge û DÎŞIyê de pevçûn derketin û pevçûn hê didomin. Li gor agahiyên ewilîn 21 pêşmerge birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerkûkê.
Kerkûk ji 12 hezîranê vir ve di bin kontrola pêşmergeyan de ye û cara ewil e ku li herêmê di navbera DÎŞI û pêşmergeyan de pevçûn derket.