Usame Mursî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî ji meqamên darizandinê destûr stendiye ku wek parêzer beşdarî doza bavê xwe bibe û bavê xwe bibîne.
Mursî diyar kir ku wî berê jî serî lê daye ku beşdarî dozê bibe, lê ev cara ewil e ku destûr hatiye dayîn.
Mursî got ku ji ber ku ev danişîna dozê ya ewil e, divê li gor rê û rêgezan bavê wî mecbûr e ku beşdarî danişînê bibe.