HARTÛM
Li Sûdana Başûr alîkarê Serokomar Salva Kîîr Mayardît yê berê Rîeck Macharê hewl da ku li hemberî wî derbeyê bike. Piştî vê hewildana derbeyê li giştiyê welêt pevçûn zêde bûn. Her roj ji welêt bi hezaran penaber koçî Sûdanê dikin.
Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Sûdanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di navbera 3 hefteyên dawîn de hejmara penaberên ku ji şerê navxweyî yê Sûdana Başûr direvin û tên Sûdanê gihîşte 4 hezar 700 kesan.