Türkan Tosun
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
QUDIS
Hat ragihandin leşkerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat 27 filistînî binçav kirin.
Li gor agahiya rayedarên artêşa Îsraîlê duh şev li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava leşkerên Îsraîlê 17 filistînî ji ber hinceta "beşdarî çalakiyên terorê bûne" binçav kirin.
Ji hêla din çavkaniyên filistînî jî daxuyandin ku li Qudsa Rojhilat di operasyonan de herî kêm 10 filistînî hatin binçavkirin.
Leşkerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat her tim davêjin ser malan û bi îdiayên cuda filistîniyan binçav dikin.
Di girtîgehên Îsraîlê de jê 300 zarok bi qasî 7 hezar filistînî hene.