Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê bi solên xwe ve ketin hundirê Mescîda Aksayê û 5 filîstînî binçav kirin.
Midûrê Mescîda Aksayê Omer el- Kîsvanî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku leşkerên Îsraîlê îro Mescîda Aksayê ji misilmanan re qedexe kirin û wiha axivî: "Leşkerên Îsraîlê vê sibê ketin hundirê Mescîda Aksayê û êrîşî cimaetê kirin. Leşkerên ku bi solên xwe ve ketin hundir û 5 kes binçav kirin. Ji ber ku cimaetê li ber xwe da, leşkeran bi xazê, bombeya deng û fîşengên plastîk ve êrîşî cimaetê kir. Niha li hewşa Aksayê gelek turîst û 3 cihû hene."
Rageşiya di navbera leşkeran û filîstiniyan dewam dike. Leşker bi xazê, bombeya deng û fîşengên plastîk ve êrîşî filîstiniyan dikin.
Leşkeran daxuyand ku qedexeya ji bo misilmanan wê heta saet 11.30an dewam bike.
- Par jî leşker bi solên xwe ve ketibûn Aksayê
Leşkerên Îsraîlê di sala 2014an de di meha sermawezê de jî ketibûn hundirê Mescîda Aksayê û bi bombeyên xazê, bombeya deng û fîşengên plastîk ve êrîşî filîstiniyan kiribûn. Ji sala 1967an vir ve cara ewil bû ku leşker ketin Aksayê, xalîçe bi solên xwe ve qirêj kiribûn.
Di êrîşê de leşkeran Qur'an avêtibûn erdê, cam û pace û xalîçeyan xisar dîtibû.
Cihûyekî ji Awustiryayê yê bi navê Dennîs Mîcheal Rohan di sala 1969an de di 21ê tebaxê de ketibû Mescîdê Aksayê û mîhraba Mizgefta Qibleyê û mînbera wê ya hezar salî şewitandibû.