Îxbareke wekî li peravê Girava Bûlamaçê (Farmokonîsî) lotkeyeke ku tê de penaber hene alabora bûye hat Navenda Kordînasyonê ya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Wezareta Behrevaniyê ya Yewnanistanê. Ekîbên ku li ser vê yekê çûn herêmê cesedên 34 kesan dîtin.
Di nûçeyên ku di çapemeniya Yewnanistanê de cî digire de hat diyarkirin ku cesedên 8 kesan di embara keştiyê de bi awayekî ku asê mane hat dîtin, di nav cesedên ku ji behrê hatin derxistin de 4 bebik û 10 zarok jî hene.
Hat diyarkirin ku jimara rêwiyên di tekneya binavbûyî de hêj nayê zanîn û dan zanîn ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê ji ber bayê gur bi zehmetî tê kirin û ji bo piştgiriya xebatên legerînê ji Girava Lerosê ekîbên taybet hatin sewqkirin.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Yewnanistanê de cî digirin ekîbên ewlehiya qeraxê yên Yewnanistanê yên ku ser îxbarê çûn herêmê 68 qaçax xilas kirin, yek jê zarok cesedê 3 kesan jî dîtibûn. Hatibû gotin ku 29 qaçaxên di tekneyê de jî ajnî kirine û derketine Girava Bûlamaçê.