Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 20 Nîsan 2018
ANKARA
Li Kakiya li ser eyaleta Bûşehra Îranê bi lerza 5,9an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofizîkê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn erdheja ku navenda wê bajarê Kakiyê ye bi wextê herêmî di saet 06.34an de çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 18 kîlometro bin erdê de çêbûye.
Der barê zirar û ziyana erdhejê da heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.
Eyaleta Bûşehrê li qeraxê Kendava Besrayê ye û santrala nukleerê ya ku li welêt li vê derê hatiye avakirin.