Muhammet Kurşun
01 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2021
Li Bûşehra eyaleta Îranê erd bi lerza 5,2yê hejiya.
Di daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê da hat diyarkirin ku erd di saet 04.45an da hejiya û navenda erdhejê jî Gunaveya navçeya Bûşehrê ye.
Hat destnîşankirin ku erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Hat diyarkirin ku piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin û hetanî niha 4 birîndar hatin tesbîtkirin.