KABİL
Li Afganistanê êrîşê konvoya leşkeran a ji operasyonê vegeriya kirin. Hat eşkerekirin ku di encamê de nêzikî 100 kesî canê xwe ji dest da.
Berdevkê Walîtiya Celalabadê Ahmed Ziya Abdulzay ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li navçeya Şîrza Celalabadê êrîşê konvoya polês û leşkeran a ji operosyonê vedigeriya kirin. Hat ragihandin ku di encamê de herî kêm 60 milîtanên Talîban hatin kuştin.
Abdulzay da zanîn ku alozî herî kêm 5 saet dewam kir û got: ''Polês û leşkerên me ji operasyonek vedigeriyan, ji nişka ve bi çekên giran avêtin ser konvoyên me, di encamê de me 60 milîtanê talîban kuştin lê 22 leşkerên me jî mirin.''
Talîban bi rêya e-postayê eşkere kir ku desthilatdarî der barê miriyan de agahiyên berevajî didin, tenê 5 leşkerên Talîban mirine û nêzikî 90 kes jî leşker û polêsên Afgan mirine.