ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyê hêzên rejîmê li giştiyê welêt êrîşê muxalifan kir û di êrîşan de 76 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR) ragihand ku hêzên rejîmê li giştiyê welêt êrîşê muxalifan kir. Di êrîşan de li Şamê û li herêmên berbajêr ji wan 3 zarok tevahî 20 kes, li Îdlîbê 16, li Derayê 13, li Kunaytrayê 9, li Xûmûsê 8, li Deyr'uz Zorê 4, li Hamayê 2, li Helebê 2, bi tevahî 76 kes mirin.
Ajansa Sûriyê ya fermî SANAyê jî ragihand ku di operasyonên li ser muxalifan yên ku li giştiyê welêt hatin kirin de gelek kesên çekdar hatin kuştin û hin kes jî birîndar hatin girtin.