28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
JOHANNESBURG
Li nêzî sînorê Mozambîk û Zîmbabveya welatên Afrîqeya Başûr balafirek ket, di qezayê de 6 kes mirin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî balafira ku ji Beîraya bajarê Mozambîkê ber bi Harareya paytextê Zîmbabveyê ve diçû ket. Hat ragihandin ku di balafirê da du muretebat û çar rêwî hebûn.
Midûre Polêsên Mozambîkê Gelindo Vumbuca ragihand ku qeza li çoltera sînorê Mozambîkê qewîmî û wiha dewam kir: "Em texmîn dikin ku ji ber mijê balafir li çiya qelibî."
Hat ragihandin ku cenazeyên 6 kesan bi firokayê birin morga nexweşxaneya Mûtera bajarê Zîmbabveyê.