DORTMÛND
Hat diyarkirin ku li Almanyayê hemşîreyeke ji Fasê, piştî ji betlaneyê zivirî û hat ser karê xwe, ji ber ku sergirtî ye ji kar hatiye avêtin.
Midûrê Nexweşxaneya Katolîka Johannesê Gunther Nîerhoff got ku wan peymana xwe ya ligel hemşîreya 36 salî ya Fasî re bi dawî kiriye.
Hat destnîşankirin doza hemşîreya ku ji sala 2002an vir ve li nexweşxaneyê dixebîtî, dê 1ê tebaxê li Dadgeha Kar a Dortmûnê bê dîtin.