Fatih Gazioğlu
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
KOLN
Li Gronauya bajarê eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur (KRV) a Almanyayê serê beraz avêtin pêşiya mizgeftekê.
Yekîtiya Tirk-Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) daxuyaniyek da û diyar kir ku pêr ji aliyê hin kesên ku nasnameya wan nediyar e serê berazekî deynan pêşiya Mizgefta Gronauya Fatîhê.
Daxuyaniyê de hat destnîşankirin serê beraz şev danîne ber derî û cimeatê ferq kiriye û piştî vê rêveberiya mizgeftê cab daye polêsan.
Der barê mijarê de dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.